Li gorî nûçeya qenala cemaweriyê ya Îsraîlê Kan'ê, planên operasyonê yên ku hefteyên dawî hatin amadekirin bi karê hevpar ê Fermandariya Giştî, Fermandariya Bakur û îstîxbarata leşkerî hatin diyarkirin.
Hate ragihandin ku Hêzên Hewayî yên Îsraîlê div ê çarçoveyê de hem li ser qada hewayî ya Îsraîlê hem jî li ser Derya Spî bi beşdariya bi dehan balafirên şer tetbîqatên berfireh kirine.
Rayedarekî ewlekariyê yê payebilind ji Kan'ê re axivî û diyar kir ku Îsraîlê peyama xwe bi rêya Washingtonê ji Lubnanê re ragihandiye û got, "Eger Hîzbûllah bi rengekî çalak bêçek nebe, Îsraîl wê dest dîne ser rewşê. Şerekî çend rojan dewam bike û şerek li bakur jinûve destpê bike jî wê ev yek pêk were."
Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ev hişyarî gihand Beyrûdê. Hate ragihandin ku meqamên Lubnanê bal kişandiye ser tevlîheviya pêvajoyê, lewma diyar kiriye ku pêwîstiya xwe bi hîn bêhtir demê heye.